Rêveberiya Xweser Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik vekir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ,hemwextî salvegera duyemîn a şehadeta Ferhad Dêrik, Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik li Mezreya Fixêxe ya bajarokê Kîsrat a gundewarê başûrê kantona Reqa vekir.

24 hezîran 2024   23:46
REQA

Ferhad Şiblî di 17'ê Hezîranê de di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirekr a li ser erebeya wî de li navçeya Kelarê ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû.

Di vekirina akademiyê de bi dehan xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên sivîl û leşkerî, hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên El Osman û Evîn Siwêd, hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid El Mehbaş û Kewser Doko û gelek rûspiyên eşîrên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Di çalakiyê de cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid axivî û behsa rola şehîd Ferhad Dêrik di damezrandina Rêveberiya Xweser û têkoşîna wî di oxira azadî û rûmetê de kir.

El Ebid wiha domand: "Ferhad Şiblî birayekî me yê giranbiha bû, xwedî nirx, rêgez û sembola serbilindiyê û dayînê bû. Her wiha sembola fedakariyê bû."

Dûre hevserokê Nivîsgeha Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Ebdurehman axivî û got: "Em bi xêrhatina mêvan û malbatên şehîdan dikin ku di vekirina vê akademiyê de hazir bûne."

Dayika şehîd Ferhad Şiblî, dayika Şêrîn axivî û got: "Ez yeqîn dikim ku em ê bi fikra neteweya demokratîk bigihînin serkeftinê. Ez hêvîdar im serkeftin para gelê me be. Hevrêyên şehîd Ferhad silav dikim û bang li wan dikim li ser rêça wî bimeşin."

Piştre Koma Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin û helbest li ser şehîd Ferhad hatin xwendin.

Dayika şehîd Ferhad Şiblî deriyê akademiyê vekir û beşdar li nav akademiyê gerîn.

Akademî ji bo perwerdekirina karkerên Rêveberiya Xweser e.

Akademî têra 60 kesî dike. 2 holên akademiyê hene. Di akademiyê de dê karkerên Rêveberiya Xweser di aliyên siyasî, rêveberî, meslekî, jîngehî û protokolên fermî de werin perwerdekirin.

Sibe yekemîn dewre dest pê dike.

(fr)

ANHA