Konvoyek artêşa Tirk ber bi Amêdiyê ve diçe

Di van kêliyan de konvoyek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker, bi wesayîtên zirxî û çekên giran, ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve diçe.

Konvoyek artêşa Tirk ber bi Amêdiyê ve diçe
24 hezîran 2024   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê êriş, dagirkerî û sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker, ev çend şev in dewam dike.

Li gorî Rojnewsˊê, di van kêliyan de jî konvoyek leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker, bi wesayîtên zirxî û çekên giran, ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve diçe.

Çavkaniyan dîmenên konvoya artêşa Tirk a dagirker ya bi wesayîtên zirxî û çekên giran, ji ajansa Rojnewsˊê re şandin û da zanîn ku konboyek ji 40 wesayîtên zirxî pêk tê û çekên giran jî gel konvoyê hebûn.

Hêjayî gotinê ye ku ev sê şev in konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ya bi wesayîtên zirxî û çekên giran ji Tirkiyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin.