ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25- 5 – 2025

Rêber Abdullah Ocalan di 37 salên dawî de bi afirîneriyên teorîk û piratîk her fersendeke ji bo çareseriyê bikar anî û tevî hemû sabotekirin û komployan jî gihan qonaxek dîrokî. BI WÊNE Û DÎMEN
Parêzeran diyar kir ku daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re mafekî qanûnî û mirovî ye. Parêzeran da zanîn ku vê daxwazê mijara siyasî derbas kiriye û bûye bangeke exlaqî. BI WÊNE Û DÎMEN
Jinên ji bajarê Şedadê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan sembola fikirî û têkoşîna ji bo edalet û demokasiyê ye û got azadiya wî ya fîzîkî dê guhertinên bingehîn çêke.
Li kampên koçberan, bi hezaran mirovên bi darê zorê koçber bûne, êşên giran dikişînin. Germahî di hundirê konan de pir zêde ye. Koçber dibêjin jiyana di hundirê konan de ne pêkan e. BI WÊNE Û DÎMEN
Rojnameyên ku di hefteya borî de hatine weşandin, girîngî da biryara rakirina cezayan li ser Sûriyeyê, rageşiya navneteweyî ya li hember Îsraîlê ya ji ber rewşa mirovî ya hilweşyayî ya li Xezayê, tevgerên dîplomasî yên bi serkêşiya Fransa û Siûdiyê ji bo lidarxistina konferanseke navneteweyî ya ji bo Filistîn û Îsraîlê. BI WÊNE
Li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê beşa neştergeriya şewatê hate vekirin û beşa radyolojî û ekokardiyografiyê ji nû ve hat çalakkirin. BI WÊNE Û DÎMEN
Xelkê bajarê Dêrik û gundewarê wê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê 56 şehîdên mehên Adar, Nîsan û Gulanê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li Nivîsgeha PYD’ê bi bîr tîne, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN
Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji xelkê bajarê Til Temirê re pêşdeçûnên siyasî yên dawîn li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr re şîrove dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN
Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Ebdurehman Silêman El Hitro li Pakrewangeha Şehîd Dijwar defin dike, (18:00) BI WÊNE Û DÎMEN
Kolletîfa Kezî ya Jinên Sînemager, bi piştgiriya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan li Parka Azadî (20:00) dest pê dike. BI WÊNE Û DÎMEN