Ji naverasta Helebê daxwazên giştîkirina Rêveberiya Xweser

Di rûniştina diyalogê de ya ku MSD’ê li naverasta bajarê Helebê li dar xistiye daxwaz hatin kirin ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li tevahî Sûriyeyê belav bibe.

24 gulan, 2025   23:37
HELEB
MIHEMED EBDO

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk bi beşdariya kesayetên serbixwe, nûnerên ji saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, li bajarê Helebê bi sernavê "Sûriyeya ku em dixwazin…merov çawa bi xurtkirina aştiya civakî wê pêk bîne" rûniştinek organîze kir.

Rûniştin li Navenda Foruma Heleb, Paytexta Çanda Îslamî "Munteda Heleb Asîmet El Seqafe El Îslamiye" li kolana Baron hat lidarxistin. Di rûniştinê de girseya girîngiyê dide kar û barên Sûriyeyê amade bûn. Rûniştin bi axaftina rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê ya Helebê Fatme El Hesîno dest pê kir.  Fatme di axaftina xwe de girîngî da aştiya civakî wekî stûneke bingehîn a misogeriya îstîqrarê û jinûvetamîrkirina Sûriyeyê ya ku xwedî pirrengiya ol, mezhebî û etnîkî ye, her wiha mekanîzmeyên parastin û xurtkirina aştiya civakî û pêşniyarên girêdayî wan pêşkêş kirin.

Di nîqaşan de, derhênera Sînemayê Xinwa Heyderî axivî û diyar kir ku pêwîstî bi naskirina hebûna pirsgirêkên civakî wekî bingehek ji bo derbaskirina wan û pêkanîna aştiya civakî heye. Xinwa anî ziman ku encamên van diyalogan nagihînin aliyên berpirsê yên çareserkirinê, ji ber ku rastî astengiyan tên.

Li aliyekî din jî, serokê Meclisa Elewî-Kurdî û endamê Meclisa Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Pîr Comerd Sito got Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya projeya xwe ya ku rêzê ji tevahî pêkhateyan re digire di xurtkirina aştiya civakî de pêşeng bû. Sito hêvî kir ku Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyeyê pêk bê ku mafên tevan di yekwelatî de bê parastin.

(fr)

ANHA