Yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê dest pê kir

Li bajarê Reqayê çalakiyên roja yekemîn a Festîvala Wêjeyî ya Firatê bi beşdariya mezin a wêjevan û helbestvanên ji tevahî Sûriyeyê dest pê kirin.

25 gulan, 2025   00:05
REQA

Li kantona Reqayê çalakiyên roja destpêkê yên yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê ya bi diruşma "Ximava Sûrî ji bo aştiyê" bi beşdariya wêjevan û helbestvanên ji tevahî herêmên Sûriyeyê dest pê kirin.

Festîval li hola Navenda Çandê ya Reqayê bi beşdariya Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çand û Şûnwaran a kantona Reqayê, nûnerên ji partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, gelek wêjevan û helbestvanên xwecihî dest pê kir.

Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a Reqayê Lîlava Xelîl bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku festîvala peyameke aştiyê ji bajarê Reqayê, bajarê ku dîrok, şaristanî, çandeke kevnar hembêz dike, hildigire û armanca wê xurtkirina têkiliyê di nava pêkhateyên civaka Sûriyeyê ya pirreng de ye.

Dûre helbestvan û nivîskar Munîr El Hafiz ê endamê komîteya amadekar axiftinek kir. El Hafiz di axaftian xwe de pesna dîroka Reqa ya çandî kir û got ruxmî bajarê Reqayê di wêraniyê re derbas bû, lê rola xwe ya weke jêdera afirînerî û hunerê dewam dike.

Di çalakiyên roja destpêkê yên festîvalê de panoramaya xebatên Desteya Çand û Şûnwaran a Reqayê, fîlmek bi navê "Vegera Harûn El Reşîd" hatin pêşkêşkirin, her wiha pêşangeheke pirtûkan bi awayekî fermî ji hêla hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê ve hat vekirin.

Li kêlek wê jî helbest û kurteçîrok ji hêla gelek wêjevanan ve hatin pêşkêşkirin; Felek Hesriye kurteçîrokeke bi navê "Serdanê berbangê" û Diyala Elî ya ji bajarê Dêrikê helbestek bi zimanê Kurdî û helbestvan Mihemed Şemê bi navê "Silav ji Reqayê re" hunerên xwe pêşkêş kirin.

(fr)