ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2024
25 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan destnîşan kir ku yekitiya gelan dê serkefinê bîne û got QSD rûmeta wan e.

Rewşenbîrên li bajarê Şedadê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanên şehîd Cîhan Bilgîn û Nazim Deştan şermezar kir û diyar kir ku ev êriş bi armanca bêdengkirina dengê rastiyê pêk hatiye.

Rewşenbîrên ji Helebê got modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji ber ku tecrubeyeke siyasî, rêveberî û leşkerî ya serkeftî ye û hevgirtina gelê Sûriyeyê parast, ji bo siberoja Sûriyeyê projeya herî guncaw e.

Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Muhyedîn Şêx Alî bang li partiyan û aliyên siyasî kir ku tev li diyalogê bibin û li ser xalên hevbeş li hev bikin û got "Ev erkeke dîrokî ye."

Li bajarokê Til Koçerê yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî û leşkerî li Sûriyeyê bi taybet li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşeroja herêmê civînek tê lidarxistin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bjaarê Kobanê li Goristana şehîd Dicle karwaneke şehîdên berxwedana Bendava Tişrîn û Qereqozaqê oxir dikin. (14:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Cejna Noelê etnîkên xiristiyan li dêrên bajarê Hesekê pîrozbahiyan li dar dixin. (08:00) BI WÊNE Û DÎMEN