Şêniyên Tirbespiyê: QSD rûmeta me ye

Şêniyên Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan destnîşan kir ku yekitiya gelan dê serkefinê bîne û got QSD rûmeta wan e.

Şêniyên Tirbespiyê: QSD rûmeta me ye
25 kanûn, 2024   03:10
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên Tirbespiyê ya kantona Cizîrê xuya kir ku hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serketinê bi xwe re tîne.

Feremez Seîd diyar kir ku ew ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hevgirtîne û got: “Me bi hevgirtina xwe, Kurd, Ereb, Suryan gelek gavên serkeftinê avêtin. "

Feremez bal kişand ser piştgiriya wan a bi QSD`ê re xw got: “QSD rûmeta me diparêze, em ê heya dawiyê pişta wan bigirin û mil bi mil welatê xwe biparêzin.”

Mistefa El Hesen diyar kir ku pêvajoya niha pir hesas e, ji her kesî tê xwestin ku li kêleka QSD’ê bisekinin. Mistefa got: “Wek pêkhateyên Tirbespiyê hevgirtina me ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi xwe serkeftin e. Ji gel tê xwestin guh nedin derewên dijmin ên ku dixwazin tevliheviyê di nav gel de derxin. Divê em hemû destekê bidin hêza xwe ya parastinê QSD’ê.”

Hebîb Ardîş jî got Kurd, Ereb, Suryan rastî gelek zehmetiyan hatin lê bi hevgirtina xwe ev zehmetî derbas kirin.

Hebîb bal kişand ser alozya Sûriyeyê ya ku 14 sal e didome û got: “Ji me tê xwestin di vê rewşê de li kêleka hev bisekinin da ku rê li ber planên dagirkeran bigirin. Ez bang dikim; her kes li şervanên xwe xwedî derkeve, ji ber ku rûmeta me diparêzin."

ANHA