ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2023
25 kanûn, 2023   02:00

Di salvegera duyemîn a şehadeta wan de, malbat û hevrêyên şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan soza şopandina rêya şehîdan nû kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwepêşandanên li Siwêdayê, hewldanên normalîzekirina di navbera Şam û dewleta Tirk de, dîsa têkiliyên Şamê bi dewletên Ereban re, erdheja ku aloziya mirovî li welat girantir kir, her wiha aloziya aborî û debarê ya li herêmên hikumeta Şamê… Bûyerên girîng ên ku di sala 2023′yan de li Sûriyeyê rû dan… (BI WÊNE)

Jinên koçber ên li kampên Girê Spî û Waşokanî hemwextî sermaya zivistanê, zêdebûna pêdiviyên malbatên wan, kêmbûna karên rojane û tunebûna alîkariyan, di rewşeke zehmet re derbas dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolerê zanistên siyasî yê Misirî destnîşan kir ku zêdebûna neteweperestiyê li rastgirê ku Îsraîlê konrol dike û Hemasê çareseriya aloziyê asteng dike û diyar kir ku xalên neyênî yên dewleta neteweye ya ku Rêber Abdullah Ocalan berê şîrove kirine çareseriya pirsgirêka Filistînê û ya Kurdî û gelek aloziyên din ên herêmê asteng dikin. (BI WÊNE)

Li Lîbyayê, piştî xitimandina siyasî tevgerên herêmî û navneteweyî yên bilez hene, nemaze piştî felaketa bahoza Daniel ku di encamê de bi hezaran lîbyayî bûn qurban û encamên parçebûn û nakokiyên siyasî li welêt xuya kirin. Gelo rewşa li Lîbyayê ber bi ku ve diçe? (BI WÊNE)

Di êrişên dewleta Tirk de stasyona Qereçox a 8`an hat hedefgirtin ku 3 depoyên niftê zirarên mezin dîtiye û stasyon bi temamî ji xizmetê derketiye.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xiristiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rê û resmên cejna paskalayê û şahiyê berê xwe didin dêran, saet 08:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Konê çalakiyê ya greva birçîbûnê ya li navçeya Dirbêsiyê di roja duyemîn û ya dawî de bi pêşwazkirina şandeyan dewam dike, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke çapemeniyê der barê pêşdeçûnên dawî, li Qamişloyê li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dirbêsiyê bi meşekê bombebaranên dewleta Tirk a dagirker li dijî avahiyên xizmetguzariyê şermezar dikin, saet 11:00′an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star di çarçoveya pêngava ′Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye′ 3 rojan çalakiyekê li dar dixe û mijarên di Menîfestoya Şaristandiya Demokratîk de vediqetîne û bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl nîqaş dike. Çalakî li Kafeterya Telet Şemis a Helebê ya li taxa Şêxmeqsûdê li dar dikeve, saet 14:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê ji bo bîranîna şehîdên êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kobanê di 25′ê Kanûna 2021′ê de, meşekê li dar dixe, meş ji pêş mala li taxa Muktele ku ew ciwan lê hatine şehîdxistin dest pê dike, saet 15:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîrhîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê ya ji hêla HRRK′ê li Qamişlo hatiye destpêkirin di roja xwe ya 11′an dewam dike, saet 16:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)        

ANHA