Malbatên şehîdên ciwanên şoreşger û jinên ciwan soza şopandina rêya şehîdan da

Di salvegera duyemîn a şehadeta wan de, malbat û hevrêyên şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Malbatên şehîdên ciwanên şoreşger û jinên ciwan soza şopandina rêya şehîdan da
25 kanûn, 2023   02:38
KOBANÊ

25'ê Kanûnê salvegera duyemîn a şehadeta 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan e ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî malekê li kantona Kobanê di 2021'an de şehîd bûbûn.

Di salvegera duyemîn a şehadeta (Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm) de malbata şehîd Mesûd Îbrahîm û hevrêyên şehîdan ji ajansa me re axivîn.Dayika şehîd Mesûd Îbrahîm, Medîne Ehmed got: "Kurê min ê şehîd xwedî kesayeteke cuda bû, ji doza xwe û gelê xwe hez dikir û ji bo jiyaneke birûmet û azad wek hevrêyên xwe yên têkoşer û şehîdên Kurd tê dikoşiya, xaka xwe diparast û xwedî li erkê we derdiket."

Medîne Ehmed wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişî me dike û sîxurên xwe di nav me de diçîne da ku cihan diyar bikin û dewleta Tirk  dagirker wan cihan hedef bigire. Erkê her kesê ku li ser vê coxrafiyê dijî ku heta dawiyê herêmê biparêze û planên dewleta Tirk a dagirker têk bibe."

′ŞOREŞA ME JI PLANÊN WAN MEZINTIR E′

Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger s Sûriyeyê ya kantona Firatê Ocalan Ebas destnîşan kir ku hevrêyên wî yên şehîd şopeke mezin ji wan re hiştin û hêz dan wan û got: "Ew ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û sîxurên wê şehîd bûn. Em ê jî rêya wan bişopînin û em ê destkeftiyên wan biparêzin. Şehîdên me hêzên me ne û em îradeya xwe ji wan werdigirin."

Ocalan Ebas wiha zêde kir: "Hêviya me bi ciwanên me yên têkoşer ên ku ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê û têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker fedakariyê dikin, bilind e."

Di dawiya axaftina xwe de Ebas got: "Her çiqas dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde bike û dewletên ku destekê didin wê hewl dan şoreşa me têk bibin jî, ew nagihîjin armanca xwe, ji ber ku şoreşa me ji planên wan mezintir e û berê jî me gotibû yan jiyana azad yan şehadet."

(mh)

ANHA