Siûdiyê belgeyên balyozê Şamê wergirtin

Cîgirê wezîrê Karên Derfve yê Şamê yê berê Eymen Sosan îro gihaşt Riyadê ku erkên xwe weke balyozê hikumeta Şamê wergire, piştî ku belgeyên xwe radestî Wezareta Karên Derve yê Erebistana Siûdî kir.

Siûdiyê belgeyên balyozê Şamê wergirtin
24 kanûn, 2023   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derfve yê Siûdî li ser malpera X′ê diyar kir ku wekîlê wezaretê ya kar û barên merasîman belgeyên balyozê Sûriyeyê ya li Erebistana Siûdî hate erkdarkirin, Dr. Mihemed Eymen Sosan wergirtin.

Ev gav, piştî qutkirina têkiliyên nêzî 13 salan pêk tê û temamkirina vegerandina têkiliyan di navbera her du hikumetan de ye. Sosan roleke dîplomasî di dan û standinên têkiliyên beriya çend mehan di navbera hikumeta Enqere û Şamê de ya bi navbeynkariya Rûsyayê lîst.

(fr)