ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-10-2025
25 cotmeh, 2025   02:00

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman diyar kir ku çareserî tenê bi dan û standinên navxweyî pêk tê. Hêvînê bi bîr xist ku peymana 10’ê Adarê û ya 1’ê Nîsanê dergehên çareseriyê ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Nexweşxaneya Gel a Hesekê bê pere xizmetê ji nexweşên astimê û rewşên bînçikandinê re pêşkêş dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çap a Kurd li Sûriyeyê Hisên Hemîd diyar kir ku divê dewleta Tirk dest ji siyasetên xwe yên dijminane û zimanê gefxwarina li dijî gelê Kurd berde û destnîşan kir ku serkeftina aştiyê û avakirina civaka demokratîk bi gavên dewleta Tirk û cidiyeta wê ve girêdayî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Minbicê ya di bin dagirkeriya dewletaTirk û çeteyên wê de, sûc û binpêkirinên li dijî şêniyan dewam dikin. Çek û madeyên hişbir jî bi awayekî zêde belav bûne. BI WÊNE

Parlamenta DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku di 21’ê Cotmehê de ji bo pêkanîna mafê hêviyê pêşnûmeyek da parlamentoya Tirkiyeyê, got “Ji bo mafê hêviyê pêk bê, divê zagona 107’an bê guhertin. Lê ji bo ku pêşiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan venebe, dewleta Tirk guhertinê nake.” BI WÊNE

Nivîskar Ebas Îsmaîl bi 40 pirtûkên xwe beşdarî Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navnetewî ya 9’emîn bûye. Pirtûka wî ya herî balê dikişîne jî pirtûka “Kurdên li Sûdanê” ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi diruşma "Avakirina aştiyê bi giyanên şehîdên azadî û demokrasiyê û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo" Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hola Navenda Aram Dîkran a Çand û Hunerê ya li Rimêlanê, konferansa xwe ya 3ˊyemîn, li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê, Til Birakê şehîd Bêrîtan di salvegera 33ˊyemîn a şehadetê de bi bîr tîne. Merasîma bibîranînê li Parka 4ˊê Nîsanê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, li dar dikeve, 10.30ˊan, li Kobanê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê 12.00ˊan, li Amûdê li hola PYDˊê, 11.00ˊan., li Çilaxa li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr 11.00ˊan, li bajarokê Rimêlanê jî li hola Sendîkaya Karkeran, merasîm tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Dêrazorê, li bajarê Sosê, Festîvala 5ˊemîn a Hineran li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Hezîme yê kantona Reqayê Mala Komînê li bajarokê Kalte vedike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn di roja xwe ya 5ˊemîn de li Parka Azadî ya Qamişloyê didome, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN