Hêzên hikumeta veguhêz gundekî Siwêdayê topbaran kir

Hêzên hikumeta veguhêz gundê Mecdel ê gundewarê Siwêdayê bi çekên giran topbaran kir, bi vê yekê hêzên hikumetê peymana agirbestê bin pê kir.

Hêzên hikumeta veguhêz gundekî Siwêdayê topbaran kir
24 cotmeh, 2025   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenad Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta veguhêz bi çekên giran gundê Mecdel ê gundewarê Siwêdayê topbaran kir, bi wê yekê agirbest hat binpêkirin.

Di 21ˊê Cotmehê (2025) de, piştî ku droneke hêzên hikumeta veguhêz li nêzî rêbenda kontrolê ya "El Neqil" a li ser rêya Çerxerêya Omran-gundê Wlega erebeyek, bêyî kesek birîndar bibe, bombebaran kiribû, endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ew dron xistibûn xwarê.

(fr)