Li Amûdê û Helebê şehîd Bêrîtan hat bibîranîn

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê ji bo bibîranîna şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta wê ya 33ˊyemîn de civînek li dar xist, di heman demê de li bajarê Amûdê jî şehîd Bêrîtan hat bibîranîn.

24 cotmeh, 2025   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe, 25ˊê Cotmehê salvegera şehadeta 33ˊyemîn a Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e. PDKˊê bi dagirkeriya Tirk re li çiyayên Kurdistanê tevkarî kir vîna gelên azad û berxwedan wan têk bibe û wê demê têkoşer Bêrîtan şehîd bûbû.

Bi vê boneyê Yekitiya Jinên ciwan a bajarê Helebê, amadebûna dehan jinên ciwan, li Navenda yekitiyê ya li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê civînek li dar xist.

Di civînê de endama rêveber a yekitiyê Zeyneb Ebdo behsa fedakariyên şehîd Bêrîtan, têkoşîna wê ji bo jinan li çiyayên Kurdistanê, kir.

Zeyneb got şehîd Bêrîtan bû eyqûn û mînaka jinên azad ên bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer in.

Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan hat pêşkêşkirin, wêneyên şehîd Bêrîtan û helawê li beşdaran hatin belavkirin.

Girêdayî mijarê, li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê jî endamên Kongra Star, jin û dayikan li kargeha Helawê ya Komîteya Aborî ya Jinan a bajêr kom bûn û dest bi amadekirina helawê kir.

çêkirina helawê û belavkirina wê wesîyeta şehîd Bêrîtan bû. Ji ber ku ji helawê hez dikir.

Jinan da zanîn ku şehîd Bêrîtan li pey xwe ji tevahî jinan re mîraseyek hişt.

Di her salê de jin û dayik li hev kom dibin û ji bo bibîranîna şehîd Bêrîtan û wesiyeta wê helawê çêdikin û belav dikin.

Sibe, li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajêr çalakiyek ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan tê lidarxistin, û di çalakiyê de helawê li haziran tê belavkirin.

(fr)

HELEB

AMUDE