ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-09-2026
25 îlon, 2026   02:00

Nêzî 2 hezar malbatên koçber ên li kampa Serêkaniyê dimînin, li hêviya vegerê ne. Li kampê dibistan hatine girtin û destekdayîna mirovî jî kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Gel û xwandekarên Kobanê daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê xwe dikin. Nêrîna giştî ya gel ew e ku divê zimanê kurdî di hemû astên perwerdeyê de bibe zimanê fermî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dîwana Wêjeya Rojava bi alîkariya mamosteyên ziman û wêjeya kurdî helbestên Seyda Keleş careke dîtir çap dikin û ji alfabeya aramî veguhastin alfabeya latînî.  (BI WÊNE Û DÎMEN).