80 welatan ji NY‘yê xwest ku tengava Hurmuzê veke

Nêzî 80 welatan êrişên Îranê û Hûsiyan şermezar kirin û daxwaz ji NY’yê kir ku ji nû ve tengava Hurmuzê veke.

80 welatan ji NY‘yê xwest ku tengava Hurmuzê veke
24 îlon, 2026   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nêzî 80 welatan bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji nû ve û bi lez tengava Hurmuzê veke. 

Daxuyanî li Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf Bin Raşid El Zeyanî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, nêzîkatiyên Îranê yên li tengava Hurmuzê ewlehiya navneteweyî, maf û azadiya navîgasyonê tehdîd dikin. Her wiha şerê Hûsiyan li Yemenê û êrişên wan ên li ser Erebistana Siûdî û Deryaya Sor hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hişyarî hat kirin ku pêşveçûnên Hûsiyan ên ber bi tengava Bab El Mendebê ve dê xetereya li ser ewlehiya deryayî û bazirganiya navneteweyî zêde bikin.

(f)