ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-05-2024
25 gulan 2024   02:00

- Nivîskar Mihemed Îsa diyar kir ku desthilata Tirk bi serkêşiya AKP`ê piştî ku li hundir û derve bi bin ket, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir kir û destnîşan kir ku AKP`ê ji vê rewşê bi fikar e ku bibe sedema aloziyeke mezin li Tirkiyeyê. Îsa got aloziyên herêmî û navneteweyî, girîngiya raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan îspat dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nesrîn Nezîr bi çandina giyayên kêmpeyda hewşa mala xwe veguhastiye mîna tabloyeke hunerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pisporê pêwendiyên navneteweyî Dr. Tariq Wehbî diyar kir ku Rojhilata Navîn bi rewşeke nû ya dijwar re rû bi rû ye ku DYA dîsa dixwaze têkiliyan di navbera Îsraîl û dewletên Ereban de bi rêya lihevkirinên ewlehiyê, parastinê û nukleerî ava bike.

-Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê kongreya xwe ya 5’an li avahiya Komeleya Ermenan a li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşma "Ji bo Sûriyeke yekgirtî ya nenavendî, diyalog, ewlehî û avakirin" civîna duyemîn a eşîran li Stadyuma Werzîşê ya li bajarê Hesekê dest pê dike, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk dest bi pêngava paqijkirinê li bajarê Qamişloyê dikin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn-Şehbayê şahiya danasîna 4 pirtûkan li Hola Axîn a li bajarokê Fafînê li dar dixin, saet 12.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo şehîd Berfîn Zîlan merasîmê sersaxiyê li gundê Til Qerahê yê Ehdasê li dar dixe, saet 16.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan meşekê li gundê Til Sosîn li dar dixin saet, 17.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebdulezîz Hesen li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê oxir dikin, saet 17.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

(bb)

ANHA