Tîma Baqla di turnuvaya Şehîd Çeleng de bi ser ket

Turnuveya Futbolê ya Şehîd Çeleng bi serketina Tîma Baqla bi dawî bû.

Tîma Baqla di turnuvaya Şehîd Çeleng de bi ser ket
Tîma Baqla di turnuvaya Şehîd Çeleng de bi ser ket
Tîma Baqla di turnuvaya Şehîd Çeleng de bi ser ket
Tîma Baqla di turnuvaya Şehîd Çeleng de bi ser ket
24 gulan 2024   22:51
QAMIŞLO

Turnuveya Futbolê ya Şehîd Çeleng 22’yê Nîsanê bi beşdariya 12 tîmên ji bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê dest pê kiribû. Turnuve ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo serbixe cenga azadiyê" hatibû organîzekirin.

Maça dawîn a turnuveyê di navbera Tîma Baqla û Tîma Kevirê Dena de li gundê Zixêra yê Çilaxa hat lidarxistin.

Beriya ku maç were lîstin berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Çilaxa Mîlad Akûb got: "Me xwest di çarçoveya pêngava 'Ji bo azadiya Rêber Apo serbixe cenga azadiyê ’de, vê turnuvayê li dar bixin. Ji ber ku baweriya Rêbertî bi hêza ciwanan di avakirina pêşerojê û guhertina civakê de, hebû."

Akûb diyar kir ku ew ê çalakiyên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Piştre maçeyê di navbera tîma Baqla û tîma Kevirê Dena de dest pê kir. Di encamê de tîma Baqla bi ser ket.

Di dawiyê de kûp û medalye li herdu tîman hatin belavkirin.

(mh)

ANHA