ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-02-2024
25 sibat, 2024   02:00

Di rojnameyên erebî yên hefteya borî de xwepêşandanên Siwêdayê meyleke herî cidîtir girt, her wiha dewleta Tirk a dagirker siyaseta tirkkirinê li herêmên Sûriyeyê dewam dike, li aliyekî din li Ukraynayê Rûsyayê bi pêş dikeve û Lubnanê li ser xeta germ e, hatin behskirin. (BI WÊNE)

Dewleta Tirk a dagirker rojane gundên kantona Minbicê yên tijî şênî topbaran dike. Gundî bi biryardar in ku dev ji axa xwe bernedin ruxmî ku di nav şert û mercên dijwar de dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM-Partî) ji bo hilbijartinên şaredariyan ku çav li rêye 31’ê Adarê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk werin, dest bi hemleya xwe ya propagendayê kir. DEM Partî wekî pêngava destpêkê ya hemleyê dest bi rêxistinkirina gel kir, piştre lîsteya namzetên hevşaredarên xwe yên li tevahî bajarên Kurdan aşkera kir. Li gel vê çalakiyeke berfireh û balkêş ji aliyê tevahî beşên civaka Kurd ve têne kirin. Wekî her car rola û rengê jinan di nava partiyê de li pêş e. Jin di navend û qadên taybet ên hemleya hilbijartinan de çalak in. (BI WÊNE)

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê hewl dide torên avê û xeta sereke ya avê li bajarokê El Şefa yê rojhilatê Dêrazorê biguhere û avê ji şêniyan re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ˊBi vejîna ciwanan xwe bi rêxistin bikin û Rêber Apo azad bikinˊ Tevgera Ciwanên Şoreşger a li ser asta kantona Cizîrê li hola Serdem a Hesekê konferansa xwe li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisên Malbatên Şehîdan li navçeyên kantona Cizîrê der barê aşkerakirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan piştî erdheja li Gumlikê bûye de daxuyaniyan didin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Şedadê ya Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Qusey Salih El Kurdî li goristana şehîdan a navçeyê oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Dibistana a Dirbêsiyê li dibistana Şehîd Roza Cûdî pêşangeha wêne û şêwekariyê vedike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê der barê aşkerakirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de piştî erdhejên li derdora Îmraliyê çêbûn li pêş navenda meclisê ya li bajarokê Rimêlan daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Rûspiyên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi diruşma ˊDîplomasiya civakîˊ li hola 8ˊê Adarê ya civînan a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê panelekê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)