DEM Partî busleya siberojeke ronak e-HÊVÎDAR XALID

DEM Partî busleya siberojeke ronak e-HÊVÎDAR XALID
25 sibat, 2024   04:54

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM-Partî) ji bo hilbijartinên şaredariyan ku çav li rêye 31’ê Adarê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk werin, dest bi hemleya xwe ya propagendayê kir. DEM Partî wekî pêngava destpêkê ya hemleyê dest bi rêxistinkirina gel kir, piştre lîsteya namzetên hevşaredarên xwe yên li tevahî bajarên Kurdan aşkera kir. Li gel vê çalakiyeke berfireh û balkêş ji aliyê tevahî beşên civaka Kurd ve têne kirin. Wekî her car rola û rengê jinan di nava partiyê de li pêş e. Jin di navend û qadên taybet ên hemleya hilbijartinan de çalak in.

Bi armanca pêkanîna demokrasiyê li Kurdistanê û Tirkiyeyê merasîm, çalakî, civîn û panelên girseyî bi pêşengiya jinan tên lidarxistin. Ciwanan jî vê carê jî rol û enerjiya xwe nîşan didin. Çepikên germ, tilîliyên xweşik û nîşaneyên bilind ên serkeftinê dilê her kesî xweş. Ev dîmen rihetiyê dide, mîna ku tu nefesa azadiyê dikişînî û bi xwe re nameya bi bihna buharê dide ku mizgîniya siberojeke ronak dide.

Îsal hewaya civaka Kurd a bi pêşengiya jinan ji ya salên borî pir cudatir e. Îsal tevlêbûn û elaqe mezin e, coşke xurt jî heye, ji ber ku armanc afirandina zemîna serdemek û pêvajoyeke nû ya jiyanê ji bo her kesî ye.

Helwesta gel, kombûna wî ya li derdora têkoşîna siyasî ya DEM Partî, her wiha piştevaniya gel a bi namzetên partiyê re hêviya guhertin û encemên erênî nîşan dide, nemaze ku tevahî namzetan armancên mezin dane pêşiya xwe, ew armanc jê vegerandina tevahî şaredariyên ku di salên dawîn de hatibûn xespkirin û radestî qeyûmên li hemberî berxwedana gel tune bibûn, hatibû kirin.

Ji destpêka hemleya hilbijartinan ve, me dît çawa gel ji tevahî temenan bi xurtî û bi dilekî ku bi henaseya azadiyê lê dide, herikîn qad û meydnan. Me dît çawa rayedarên partiyê serdana hevahî bajar, bajarok û gundên Kurdan kirin û bi germahî û girse hatin pêşwazîkirin. Ev yek jî îsrara gel bi taybet a jinan a xilasiya ji zilm û despotiya faşîzma toranî nîşan dide, ji ber ku herî zêde jin ji aliyê pergala faşîst a Tirk ve zor û zehmetiyan dibînin.

Li Bakurê Kurdistanê jin di tevahî qadên jiyanê de gelek zehmetî û astengiyan dibînin. Jin ji ber polîtîkayên desthilata faşîst a APK û hevkarên wê berdêlên giran didin. Lew ra ji jinan tê xwest ku dev ji têkoşîna xwe ya li hemberî alava çewsîner bernedin. Divê jin ji her demê bêtir têkoşîn, berxwedan û afirandinê xurt bikin û li bajar, bajarok û gundên xwe her tiştî vegerînin cihên wan, ji ber ku hew jin dikarin mafên xwe yên rewa bistînin.

Desthilatdaran dema dest danî ser şaredariyên Kurdan, tevahî rêxistin û saziyên jinên Kurd girtin û bi dehan jinên di van rêxistinan de kar dikirin, girtin. Her wiha pergala hevserokatiya hedef girt da ku rola jinan a di civakê de sînordar bikin û siyasetên şerê taybet, bi rêya belavkirina madeyên hişbirê, fihûş, vekirina rê li ber bê exlaqiyê, destdirêjî, tecawiza zayendî, têkbirina aboriya civakî, dîsa bi rêya belavkirina xizanî û bikaranîna hewcedaran, pêk bînin.

Operasyonên desthilatdaran li dijî civakê dimeşînin êdî gelekî xeternatk bûne. Desthilatdar jinan, navend û saziyên çandî dikin hedef; lê ev yek îradeya jinên berxwedêr naşkîne. Îro bi sedan jin bi hêz, îrade, israr, bi meşa ber bi azadiyê ve hemleyên hilbijartinan pêk tînin da ku armancên xwe pêk bînin. Ev tevgera jinan, hêzên faşîst tevlihev kiriye, lew ra bi hemû rêbazan êrişa xebatên jinan dikin.

Hêvî bi DEM Partiyê ve girêdayî ye. Ev partî hêza avabûnê ye, partiya muxalif a yekane ye ku hewl dide siyaseta li gorî rêgaz û berjewendiyên gel bisepîne. DEM Partî di hemû qadan de hêza biryardayînê ye, xwedî hêzeke têrker e ku dikare ji nû ve dest pê bike, dikare ji bo betalkirina siyasetên û kirinên dijîber rêgezên jiyana demokratîk bixebit, ji ber ku bi dehan rêxistinên demokratîk, yên ku piştgiriyê didin çareseriyên adilane û aştiyane, yên bi felsefeya jiyana hevbeş a navbera gelên resen ên ku ji hezarên salan ve li ser vê erdê dijîn, di nafa refên DEM Partî de cih digirin.

DEM Partî bi giraniya xwe ya mezin a di nava gel de dikare dawî li serdema faşîzm, nîjadperestiya Tirk, siyasetên înkar û îmahiyê û hişmendiya şer a wêranker bîne. Ev hemû bi dengdayîna ji bo xwe û civakê xwe pêkan e, da ku sînorekê ji xwediyên zihniyeta modela hevserokatiyê hedef digirin re deyen, her wiha derbeyekê li her kesên hevkariyê bi dijmin re dike, bixe. Li kêlek wê jî li dijî qedexekirina axaftina bi zimanê Kurdî bisekine, li dijî her kesên teşwîqkirina erkdarkirina wekîl û qeyûman li şaredariyên gelê Kurd bi vîna xwe ya demokrat bi dest xistine bisekine. Siyaseta partiyê û rêveçûna wê ya nûkirî çareseriya bingehîn, mutleq, aktîf û avaker e û ji bo tevahî doz û pirsgirêkên li vê erdnîgariya kevnar çareserî ye.

Ji bo rêgazên jiyana wekhev pêk werin, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane û adilane, ji bo têkbirina tevahî polîtîkayên dijberî têkoşîna Kurdan û projeya wan demokratîk li Rojhilata Navîn, ji bo îfadekirina îradeya xwe di roja 31’ê Adarê li navendên dengdanî,  divê her kes mezin û biçûk bi şev û roj û bêyî westan bixebitin û tê bikoşin. Bila her kes bizanibe ku têkoşîna îro li qadan tê meşandin, têkoşîna hebûnê ya li hemberî siyasetên qirkirina siyasî û çandî ye, têkoşîna li hemberî pergala faşîst a wêranker e ya ku nirx û pîvanên exlaqî û demokrasiya rasteqîn ji dest dane.

Rejîma Tirk bi siyaetên xwe yên despotî hewl dide Kurdan di aliyê fikrî û fîzîkî de qir bike. Ruxmî ku 30 mîlyon Kurd li welat hene, lê dev ji siyaseta xwe ya nîjadperestiya li hemberî Kurdan û îmhakirina nasnameya wan çandî bernade. Dem hatiye ku li ber van komplo û planên qirêj sekinandin. Dem hatiye ku derbeke xurt li hişmendiya mafiya ya serkêşê terorê li herêmî û cîhanê an ku Erdogan were xistin. Her wiha dem hatiye ku derseke xurt ku neyê jibîrkirin ji bo aliyên ku çavê xwe li êşa gelê Kurd û doza wan adilane û têkoşîna wan dîrokî girtine, were dayîn.

Gotina dawî dê ya xwediyên helwesta sabit a xwe dispêre bawerî û îdeolojiya modern a dînamîk be. Ew têkoşerên rasteqîn in  û hewl didin li ser rêya azadîxwazan bimeşin heta digihînin ronahiyê û ji zulma êrişkarên bi salan e li ser wan in rizgar dibin.

Ji bo ku serkeftineke mîsoger pêk were, ji her demê bêtir têkoşîneke rasteqîn û wijdanî lazim in. Meş dirêj e û xebat giran e. Bê guman astengî û zehmetî hene, lê DEM Partî dikare bibe partiya siberojê ya Tirkiyeyê û busleya serekftinê û rêya ber bi siberojeke ronak ve.

(bb)