Li Şamê lîtreya benzînê gihaşt 20 hezar lîreyan

Ji ber ku nameyên dagirtina benzînê ji bo erebeyên taybet dereng ma, daxwaza benzînê li sûka reş a Şamê di rojên borî de bilind bû, bi wê re bihaya her lîtreyeke benzînê gihaşt 20 hezar lîreya Sûriyeyê.

Li Şamê lîtreya benzînê gihaşt 20 hezar lîreyan
24 sibat, 2024   23:28

Xwediyên erebeyên taybet di navbera 12 heta 14 rojan de nameyên dagirtina benzînê werdigirin, bi wê re neçar dimînin ku benzînê ji stasyonan bi bihaya serbest an jî ji basteyan bikirin.

Li sûka reş her lîtreyeke benzînê di navbera 14 heta 18 hezar lîreya Sûriyeyê de ye, lê dema daxwaza li ser wê zêde bûn, biha ji wê bilindtir dibe.

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran di vê dawiyê de bihaya benzînê diyar kiribû; her lîtreyeke benzîna oktan 90 bi 10 hezar heta 11 hezar lîreyî ye, benzîna oktan 95 bi 14 hezar û 110 lîreyî ye, her wiha her lîtreyek mazota serbest bi 12 hezar û 290 lîreya Sûriyeyê ye.

(fr)