ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 - 6 – 2025

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetmedarên Kurd da zanîn ku 26 sal e Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî di zindanê de ye, lê ji hêla fikrî ve di mêjî û dilê wan de ye û got ger dewleta Tirk di milê demokratîkkirina Tirkiyeyê de samîmî be divê deriyên hevdîtinan li hemû beşên civakê veke. BI WÊNE Û DÎMEN
Koçberên bajarê Serêkaniyê yên di kampên koçberiyê de dijîn, di demekê de rewşa jiyanî ya kampan zehmet bûne, banga vegera ewle li warên xwe dubare kir. BI WÊNE Û DÎMEN
Li gundekî kantona Tebqayê jina bi navê Fatima El Şamî ji bo derbirîna hestên xwe berê xwe daye nivîsîna helbestan. Fatimayê helbest wek navgîna derbirîn û berxwedanê hilbijartiye. BI WÊNE Û DÎMEN
Şêniyên Til Birakê ji ber ku firinên bajêr û gundên wê nan baş çênakin û dereng belav dikin, gilî û gazinên xwe kirin. Şêniyan bang li rayedarên peywendîdar kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin. BI WÊNE Û DÎMEN
Du dayikên di komkujiya Kobanê (2015) de hevserên wan şehîd bûne, 25`ê Hezîranê ji bo wan rojeke reş e ku dibêjin ew roj “roja gola xwînê bû û nayê jibîrkirin." BI WÊNE Û DÎMEN
Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi sernavê "Edaleva pêvajoya veguhêz û çarçoveya wê li Sûriyeyê" li navenda xwe ya taxa Siyahî ya Qamişloyê semînerekê dide, (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN
Koçberên Efrînê yên li Helebê, bi daxwaza vegera birûmet li warê xwe meşekê li dar dixin, meş ji pêş hola civînan a 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê ve dest pê dike, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Navenda Aboriyê ya Jinan a Helebê, bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyekê dide, (14:00). BI WÊNE Û DÎMEN