Mazlûm Ebdî: Êrişa dijî dêrek Şamê êrişa ser hemû gelên Sûriyeyê ye

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî êrişa li ser dêra li Şamê şermezar kir û got, "Ew êriş ne tenê li dijî Xiristiyanan e, lê li dijî hemû gelê Sûriyeyê ye."

Mazlûm Ebdî: Êrişa dijî dêrek Şamê êrişa ser hemû gelên Sûriyeyê ye
23 hezîran, 2025   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Dêra Mar Elyas a li herêma Diwêla ya Şamê, ku di encamê de herî kêm 22 kes hatin qetilkirin, şermezar kir.

Ebdî li ser hesabê xwe yê X’ê sersaxî da malbatên qurbaniyan û got, “Mafên birayên me yên Xiristiyan hene, ku li welatê xwe bi ewlehî û aramî, bê tirs û gef bijîn."

Ebdî diyar kir ku êriş ne tenê Xiristiyanan, lê hemû gelê Sûriyeyê hedef girtiye û got: “DAIŞ ji bo hemû Sûriyeyê gef e. Şerê li dijî vê gefê berpirsiyariyeke neteweyî ye, ku hewldanên yekgirtî hewce dike. Em ê bi hemû biryardariya xwe ji bo parastina Sûriyeyê û gelê wê şerê xwe bidomînin."

Di êrişa çekdarî û bombeyî ya ku DAIŞ’ê di 22’ê Hezîranê de li ser dêra Mar Elyas a li herêma Diwêla ya Şamê kiriye, herî kêm 22 kes hatin qetilkirin û 63 kes jî birîndar bûn.