Dewletên Kendava Erebî êrişa Îranê ya dijî baregeha Udeydê şermezar kir

Dewletên Kendava Erebî di serî de Îmarat û Siûdiyê êrişa Pasdarên Îranê ya li dijî baregeha hewayî ya li Qeterê şermezar kir û hişyarî ji encamên xeternak ên van êrişan da.

 Dewletên Kendava Erebî êrişa Îranê ya dijî baregeha Udeydê şermezar kir
23 hezîran, 2025   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Qeterê êrişa bi moşekan a li dijî baregeha hewayî ya Udeydê ya li welat, şermezar kir û wekî binpêkirina serweriya Qeterê û qanûnên navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) bi nav kir.

Wezareta Karên Derve ya Qeterê da zanîn ku artêşa Qeterê pêşî li moşekên Îranê girt û tu zirar çênebûn.

Qeterê banga rawestandina şer û destpêkirina diyalogê kir û destnîşan kir ku ew baregeh di çarçoveya tedbîrgirtinan de berî êrişê hatibû valakirin û rewşa ewlehî ya Qeterê aram e.

Girêdayî wê, Siûdiyê jî ev êriş şermezar kir û piştgiriya xwe ji Qeterê re nîşan da.

Îmaratê jî diyar kir ku ev êriş serweriya Qeterê û qanûnên navneteweyî bin pê dike û banga destpêkirina diyaloga cidî kir.

Her sê dewletan bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî êrişan xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve û aramiya herêmê misoger bike.

(mh/fr)