ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 - 6 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 - 6 - 2024
24 hezîran, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Şedadê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wek sûcekî hovane dûrî mirovahiyê bi nav kir û destnîşan kir ku gelên herêmê, vê tecrîdê şermezar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Stasyona avê ya El Qela ku Şaredariya Şafeyê hewl dide li gorî plansaziya 2024`an sererast bike, ji 20 hezar kesî re avê peyda dike. Şaredarî bi vê gavê dixwaze binesaziya herêmê pêş bixe û avê bi domdarî ji şêniyan re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di demeke pir kin de li refên Pirtûkxaneya Nîştimanî zêdetirî 17 hezar pirtûk hatine rêzkirin. Rêveberiya pirtûkxaneyê armanc dike çanda xwendinê di nava herêmê de belav bibe. Rewşenbîr jî destnîşan dikin ku vekirina pirtûkxaneyê berhema hewldanên domdar e. (BI WÊNE Û DÎMEN)