Li Daxistanê êriş: 6 polîsên hatin kuştin

Li komara Daxistanê ya Rûsyayê kesên nenas gule li polîsan barandin.

Li Daxistanê êriş: 6 polîsên hatin kuştin
23 hezîran, 2024   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansên nûçeyan a Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Karên Hundirîn ragihand ku îro kesên nenas gule li polîsan barandin, di encamê de 6 polîsan jiyana xwe ji dest da û 12 jî birîndar bûn.

Berî wê jî Wezareta Hundirîn a herêma Daxistanê ya herêma bakurê Qefqasê, ragihandibû ku çekdaran li dijî dêreke Cihû û dêreke Xiristiyan êriş pêk anîbû û di encamê de efserekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Her wiha di gulebaraneke din de li navenda polîsê ya Mehic Qela ya bajarê sereke ya Daxistanê ku piraniya şêniyên wê Musliman in, efserekî din jiyana xwe ji dest da û di encamê de pevçûn li kolanan derket.

(mh)