Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Delîla Cûdî oxir kir

Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê şervana YPJ'ê şehîd Delîla Cûdî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir.

Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Delîla Cûdî oxir kir
Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Delîla Cûdî oxir kir
Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Delîla Cûdî oxir kir
Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Delîla Cûdî oxir kir
Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Delîla Cûdî oxir kir
Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Delîla Cûdî oxir kir
23 hezîran, 2024   22:17
QAMIŞLO

Bi sedan şênî li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê kom bûn ku cenazeyê şehîd wergirin. Piştî ku şêniyan cenaze wergirt, berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Şehîd Delîla di 13'ê vê Hezîranê de di qezayekê de şehîd bû.

Li wir, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û soza şopandina rêya şehîdan, parastina nirxên şoreşê û xaka herêmê nû kir.

Her wiha endama Meclisa bajarê Dêrikê Zeyneb Mihemed axivî û rola şehîdan di rizgarkirina herêmê, pêkanîna ewlehî û aramiya wê de, anî ziman.

Li dawiyê wesîqeya şehadetê ya şehîd Delîla Cûdî ji aliyê Meclisa Malbata Şehîdan ve hat xwendin û ji bo malbata wê hat radestkirin.

Piştre şehîd bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

(mh)