ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-11-2025
24 mijdar, 2025   02:00

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Îsa diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina hemû nakokî û şerên li herêmê ye, ji bo aloziya Sûryeyê jî nimûneyeke rasteqîn e. BI WÊNE Û DÎMEN.

Rojnamevanan destnîşan kir ku rola wan di belgekirina binpêkirinên li dijî jinan û aşkerakirina sûcdaran de, sereke ye û got Yekitiya Ragihandina Jinê ji bo jinan zemîneke qanûnî û rêxistinî ava kiriye da ku mafên rojnamevanan misoger bike û destkeftiyên şoreşê biparêze. BI WÊNE Û DÎMEN.

Sûcên qetilkirin, revandin, dizîn û ferzkirina pereyan li dijî xelkê Minbicê û gudnewarê wî ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve zêde dibin. Li hember van sûcan û bi armanca şermezarkirinê û daxwaza cezakirina sûcdaran gel xwepêşandanên girseyî li dar xistin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Ehmed El Hemade (50) ji zêdetirî 14 sal e pîşeya çêkirina komirê dike û debara xwe bi çêkirina komirê dike. BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo şêniyên Til Koçer civînekê jib o nirxandina pêşketinên dawî yên siyasî li herêmê li dar dixe. Civîn li Hola Hêzên Parastina Civakî pêk were. 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Tebqayê konferansa yekem a komînên Kantona Tebqayê li Hola Navenda Çand û Hunerê ya li bajêr li dar dixe11.00. BI WÊNE Û DÎMEN.

Kombûna Jinan a Zenûbiya li Kantona Reqqayê civînekê bi dirûşmeya "Bi hev re em ê ji bo bidawîkirina tundiyê Civakeke Demokratîk a Komunal ava bikin" de. 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li Amûdê li avahiya meclisa bajêr semînerkê li ser koçberiya ciwanan li dar dixe. 13.00. BI WÊNE Û DÎMEN.

Di çarçoveya çalakiyên Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, Navenda Hîlala Zêrîn li Hesekê çalakiyek bi dirûşmeya "Bi hev re em ji bo bidawîkirina tundiyê civatek komunal a demokratîk ava dikin" li dar dixe. Mêrên li Hesekê jî dê daxuyaniyekê ji raya giştî re bidin. jinên koçber ên ji kampa Serê Kaniyê jî panelekê bi dirûşmeya "Berxwedana jinên koçber garantiya têkbirina tundî û dagirkeriyê ye" li dar dixin. Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê jî li Holê semînerek li dar dixe, û Yekîtiya Jinên Ciwan jî li Dirbêsiyê semînerek li dar dixe. Dewreyeke perwerdeyê ji aliyê Kongra Star ve ji bo mêran hatiye vekirin dê li hola Partiya Yekîtiya Demokratîk li Çilaxa bi dawî bibe. Çalakî dê ji saet 10:00 heta 14:00 dest pê bikin. Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê li avahiya Kongra Star li Amûdê semînerkê bi navê "Tundiya li ser Jinan" li dar dixe. 16.00. BI WÊNE Û DÎMEN.