Daxwaza parastina navneteweyî ji bo Sûriyeyê hate kirin

Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyeya daxwaza parastina navneteweyî ji bo herêmên naverast û rojavayê welêt kir.

Daxwaza parastina navneteweyî ji bo Sûriyeyê hate kirin
23 mijdar, 2025   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclia Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyeyê daxwaza civîneke lezgîn a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, her wiha daxwaza sepandina parastina navneteweyî ya demkî li ser herêmên navîn û rojavayê Sûriyeyê kir, li gorî bendên Beşa 7'an a Peymana NY.

Bi daxuyaniyekê, Meclisê diyar kir ku ev gav wekî tedbîrek demkî ye heta ku dewletek sivîl di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de were damezrandin, li gorî biryara NY`ê ya 2254.

Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe yên parastina sivîlan û pêşîgirtina li binpêkirinan li herêmê, pêk bîne.

(ac)

ANHA