Çekdaran bombe avêtin kolana 20 ya li Humsê

Çekdaran bombeyên destan avêtin taxa Kerim El Zeytûn ya bajarê Humsê, ji ber vê yek tirseke mezin kete nava şêniyan.

Çekdaran bombe avêtin kolana 20 ya li Humsê
23 mijdar, 2025   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku çekdarên bi ser eşîran ve ku li ser motorskilêtan bûn 4 bombeyên destan avêtin kolana 20' ya taxa Kerim El Zeytûn li bajarê Humisê, di encamê de tirseke mezin kete nava şêniyan de.

Li gorî çavkaniyên xwecihî di encama vê êrişê de ti ziyan çênebûn, lê ji ber dengê bombeyan yê bi hêz şêniyên taxê tirsiyan.

(ac)

ANHA