ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 – 11 – 2024
24 mijdar, 2024   02:00

Beşdarên komên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan got piştî xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan di kesayetên wan de guhartin çêbûn û diyar kir ku kî dixwaze di kesayeta xwe de guhartineke rasteqîn pêk bîne, divê xwe di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de kûr bike.

Apê Idrîs ne tenê koşkar e, lê çîrokeke têkoşînê ye ku xwedî giyanê berxwedanê û hezkirina kar e. Apê Idrîs hem koşkariyê diparêze hem jî îsbat dike ku azwerî cudahiyê çêdike.

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku destê PDK`ê di sûc û kiryarên çeteyan ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye û xiyaneta wê şermezar kir. Koçberan got: "Em ê li hember vê xiyanetê serî hildin."

Bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewê, çalakvanên jin hêviya xwe anîn ziman ku bi rêya tekoşîna berdewam li hember şerê qirkirin û dagirkeriyê, jinên Sûriyeyê ji tundiyê rizgar bibin.

Yek ji Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Helat Mihemed destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan li herêmê bi hincetên cuda pêk tê û ji bo têkbirina tundiyê ew bi erka xwe ya dabînkirina ewlehiyê û parastina jinan radibin.

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa êrişa Îsraîlê li Tedmurê, dan û standinên agirbesta li Lubnanê, helwesta Amerîka li hember Kîêvê ji bo bikaranîna çekên dûravêj di şerê xwe li dijî Rûsyayê de, hat kirin.

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan li dijî nûkirina ˋCezayên Dîspilînêˋ ji hêla desthilatên Tirkiyeyê ve li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê dide. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo wê cenazeyê şervana YPJˋê Hêvî û şervanê QSDˋê Heqî Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin bikin. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Amûdê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî şanoyekê pêşkêş dike. (10:00). Yekitiya Xwendekarên Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan di heman çarçoveyê de meşekê li dar dixin. (12:00) Her wiha Rêxistina Sara li kampa Serdem semînerekê dide û belavokan belav dike. (13:00). Meclisa Malbatên Şehîdan a Teqa li ser gorên şehîdan bi heman boneyê mûman pêdixe. (17:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Minbicê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Hesen El Betran li goristana şehîdan a Minbicê oxir dike. (14:00) BI WÊNE Û DÎMEN