Di hefteyekê 3 welatî li Efrînê hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di vê hefteyê de 3 welatî ji heman taxê li Efrîna dagirkirî revandin.

Di hefteyekê 3 welatî li Efrînê hatin revandin
23 mijdar, 2024   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Delîl Hesen Reşo yê ji bajarê Cindirêsê yê Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyan, Reşo ji taxa Eşrefiyê yê bajarê Efrînê revand.

Beriya wê jî, çeteyên "Polîsên Leşkerî" roja pêncşemê (14ˋê Mijdarê) welatiyê bi navê Mihemed Mihemed Mistefa (42) ê ji gundê Holîlê yê bajarê Raco li taxa Eşrefiyê yê Efrînê revand. Ji ber ku Mistefa mala xwe ya li nêzî navenda tenduristiyê xwest ku vegerîne, çeteyan ew revand.

Her wiha di 16ˋê Mijdarê de jî, çeteyan welatiyê bi navê Nûrî Îsmaîl (46) ê ji bajarê Efrînê ji mala wî ya li nêzî stasyona kehrebê ya li taxa Eşrefiyê revand.

(fr)

ANHA