Rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de êrişa Îsraîlê ya li ser Tedmûrê, dan û standindinên agirbestê li Lubnanê, her wiha helwesta DYAˈyê ya li hember Kîêvê ji bo bikaranîna çekên dûravêj di şerê xwe li dijî Rûsyayê de nirxandin.

Rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî
24 mijdar, 2024   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê êrişa Îsraîlê ya li ser Tedmûrê  de nûçeyek bi sernavê ˈPeyamên îsraîlê ya bi rêya êrişa li ser tedmurê: Em ê li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê li pey we bin’ weşand.

Rojnameyê diyar kir ku êrişa Îsraîlê ya li ser Tedmûrê diyar kir ku Til Avîvê çarçoveya êrişên xwe yên li ser dijî komên girêdayî Îranê yên li Sûriyeyê berfireh kiriye û dixwaze peyamê bide Tehranê ku "em amade ne li tevahî erdîngariya Sûriyeyê bidin pey hêz û baskên wê."

Rojnameyê bi bîr xist ku pir kêm artêşa Îsraîlê orta Sûriyeyê an rojhilatê wê dike armanc û ev nirxandin hat kirin: "Diyar e ku Îsraîlê çarçoveya êrişên xwe nû kiriye. Li gorî çavdêran, dibe ku plana Îran û komên girêdayî wê aşkera bûye ku hêzên xwe ji nû ve li Sûriyeyê belav bikin da ku ji windahiyên zêdetir dûr bikeve."

Rojnameyê bi domdarî cih da daxuyaniya lîderê Hizbullahê Neîm Qasim ku bal kişadibû ser hêzên ku piştgiriyê didin "Heqiyê" (Iraq, Yemen û Îranê) lê navê Sûriyeyê bi bîr nexistibû. Hate destnîşankirin ku bîrnexistina navê Sûriyeyê dide nîşandan ku têkiliyên bi Şamê re di qonaxa her krîtîk de ne.

 ‘DAN Û STANDINÊN LI LUBNANÊ: HIN NAKOKÎ ÇARESER DIBIN HIN DIN JÎ LI BENDA ÇARESERIYÊ NE’

Tora Sky News a El Erebiye ku agahiyên xwe ji çavkaniyên lubnanî wergirtine, diyar kir ku ji bo agirbestê, civînên di navbera Lubnan û Amerîkayê de berdwam in.

Torê diyar kir ku Lubnan dixwaze foruma girêdayî jihevxistina binesaziya Hizbullahê ya li başûrê Lîtaniyê bê aşkerakirin. Amerîka jî dixwaze artêş bi hejmareke zêde li ser sînor belav bibe, ne tenê çend nuqteyên wê hebin.

Li gorî biryara NY`yê ya bi hejmar 1701 divê Îsraîl bi temamî ji Lubnanê vekişe, hêzên UNIFIL ên demkî li Lubnanê zêdetir bibin û tenê artêşa Lubnanê û hêzên navneteweyî li ser sînor hebin.

 ‘BIDEN REWŞÊ ALOZTIR DIKE’

Rojnameya El Xelîc jî diyar kir ku serokê DYAˈyê Jeo Biden bi îdiaya ku hêzên Koreya Bakur li kêleka hêzên Rûsyayê şer dikin, destûr da Kîevê da ku moşekên dûravêj bi kar bîne. Rojnameyê da zanîn ku ev biryar jî rêveberiya nû ya DYAˈyê li pêşberî rewşekê rû bi rû dihêle ku hewl dide çareser bike. Her wiha hate diyarkirin ku rêveberiya nû ya DYAˈyê naxwaze rasterast beşdarî şerê li dijî Rûsyayê û hewlên dîtina çareseriya siyasî bibe.

Rojnameyê biryara Biden wek "guhertineke mezin di siyaseta derve ya DYAˈyê de" nirxand û wiha hat gotin: "Li gorî rojnameyên amerîkî, destûrdayîna ku li kûrahiya Rûsyayê were xistin gaveke xeternak e. Dibe ku Rûsya bi xurtî li baregehên leşkerî yên DYA û binesaziya Ewropayê bide. Her wiha dibe ku şewatan derxe û kiryarên xirab pêk bîne."

(fr)