ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-07-2024
24 tîrmeh, 2024   02:00

Kesayetên welatparêz tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û ˊcezayên dîspilînêˊ yên li dijî wî şermezar kirin û destnîşan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêdivî bi berxwedaneke mîna ya li Îmraliyê heye.

Tê zanîn Şerê Cîhanê yê Yekemîn zemînê Peymana Syks Picot danî û herêma Rojhilata Navîn parçe kir. Bi Peymana Versay re welatên di şer bi ser ketine, Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe di nava xwe de parve kirin.

Şêniyên bajarê Tirbespiyê xiyaneta PDK’ê ya vekirina rê li ber dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, şermezar kir. Şêniyan got gerîla parastina rûmet û azadiya gelê Kurd dike.

Bi dîtina wêneyên gerîlayên azadiya Kurdistanê re hêviyek ketibû dilê wê ku ew jî rojekê xaka xwe biparêz e. Bi şoreşa 19’yê Tîrmehê re li gel hevjîn û 7 zarokên xwe tevlî xebatên parastinê bû.

Hikumeta Şamê hewl dide piştgiriyê ji ser gelek made û kel û pelan rake û "hêdî hêdî piştgiriya malî bide". Li gorî gelek pirsporan, ji ber vê yekê bazara Sûriyeyê dê veguhere bazareke serbest a bêpergal.

Kongreya Îslama Demokratîk bi sernavê ˊCih û girîngiya olê di pergala neteweya demokratîk deˊ li hola navenda çandê ya Reqayê forumekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel û malbatên şehîdan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û lihevkirinên dawî yên li ser Başûrê Kurdistanê meşekê li dar dixin. Meş ji çatrêya Til Sosin heta bi navenda Desteya Rêveberiyên Herêmî li kantona Efrîn û Şehbayê diçe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Rûspiyên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dewama êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyekê dide, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk a (PYD) ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriya Tirk, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzedaxuyaniyan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)