Bogdanov: Tu agahî têkildarî hevdîtina Esed û Erdogan tune ne

Cîgerê Wezîrê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov îro têkildarî hevdîtina serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîb Erdogan û serokê Sûriyeyê Beşar Esed de ku li Moskovê di Tebaxê de bicivin, tu agahî tune ne.

Bogdanov: Tu agahî têkildarî hevdîtina Esed û Erdogan tune ne
23 tîrmeh, 2024   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bogdanov di civîneke çapemeniyê de got têkildarî hevdîtina Esed û Erdogan tu agahî li gel wî tune ne.

Ajansên Tirkiyeyê ku agahiyên xwe dispêrên rayedarekî Tirkî yê payebilind got, "Raporên ku tê de hatine gotin wê serokê me li paytexta Rûsyayê Moskovê bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re bicive, ne rast in."

Bogdanov ji bo bersivdana rojnameya Dili Sebah a Tirkiyê ya bi ser hikumetê ve ev agahî parve kirin. Rojnameya Dili Sebah ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan diyar kiribû ku dê di Tebaxê de li Moskovê civîna yekemîn di navbera Erdogan û Esed de li dar bikeve.