ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-06-2026
24 hezîran, 2026   02:00

- Xelkê Kobanê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de got ew ji bo tevahî gelan rabû ser pêyan, ji lew re jî divê êdî gel jî rabie ser pêyan û fîzikiya wî misoger bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Siyasetmedarê sûriyeyî Riyad Derar diyar kir ku Sûriye tevî guhertinên ku di demên dawîn de jî di rewşeke siyasî ya bêçare de ye. Derar destnîşan kir ku nebûna lihevkirinê di navbera hêzan de û nakokiyên berjewendiyên navxweyî û derveyî hîn jî rê li ber çareseriyeke siyasî ya berfireh û domdar digire.

- Şagirt û mamosteyên bajarê Til Temir daxwaz kir ku zanîngeh û peymangehên Rêveberiya Xweser ji aliyê hikumeta demkî ve werin naskirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şaredariya Gel a Hesekê ji ber kombûna çopê lêborîna xwe ji şêniyên Hesekê xwest û diyar kir ku alavên wan ên paqijiyê û madeyên sotemeniyê kêm in. BI WÊNE Û DÎMEN

- Nexweşiya îltîhaba kezebê li gundên rojavayê Humsê derketiye. Şênî çareseriyê dixwazin û dibêjin bila kaniya El Zara were paqijkirin.

- Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê diyar kir ku baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li deverên dagirkirî agir berda zeviyên çandiniyê li gundewarên bajêr, di encamê de ziyanên mezin li çandinî û milkên cotkaran bû. BI WÊNE Û DÎMEN

- Gaziya şer û yek ji rêveberên Federasyona Gaziyan Şîlan Kobanê komkujiya 25’ê Hezîranê ya 2015’an a li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê şermezar kir û got, “Gelê Kurd li Rojava û bi taybet jî li bajarê Kobanê piştrast kir ku xwedî hêz e û wê li hember her cure  êrîş û komkujiyan xwe biparêze. Wê  xwedî li vîn û nasnameya xwe derkeve.” BI WÊNE

- Şêniyên Til Temirê li dijî bilindbûna bihayên sotemenî û xerabbûna rewşa debarê çalakiyekê li dar dixin, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Tevgera Hîlala Zêrîn, di çarçoveya çalakiyên kampanyaya "Em Hemû YPJˊê ne" şahiyekê li Parka Azadî ya Qamişloyê organîze dike, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên bajarê Kobanê bi meşekê Şehîdên Komkujiyên Kobanê û Helincê li ser rêya Helincê heta Mûzexaneya Komkujiya Helincê bî bir tînin, saet 11.00ˊan. Bi heman boneyê şênî mûman li ser gorên şehîdan vêdixin, 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN