Gelê Kobanê xwedî bîr û bawerî ye, bi wê hêzê têkoşîn kir

Gaziya şer û yek ji rêveberên Federasyona Gaziyan Şîlan Kobanê komkujiya 25’ê Hezîranê ya 2015’an a li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê şermezar kir û got, “Gelê Kurd li Rojava û bi taybet jî li bajarê Kobanê piştrast kir ku xwedî hêz e û wê li hember her cure  êrîş û komkujiyan xwe biparêze. Wê  xwedî li vîn û nasnameya xwe derkeve.”

Gelê Kobanê xwedî bîr û bawerî ye, bi wê hêzê têkoşîn kir
24 hezîran, 2026   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

25’ê Hezîrana 2015’an li dû rizgarkirina Kobanê bi çend mehan çeteyên DAIŞ’ê careke din bi hevkariya dewleta Tirk êrîşeke hovane pêk anîn. Di wê êrişê de li Kobanê û gundewarên wê bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Ew êrişa hovane bi destwerdana şervanên YPJ û YPG’ê hat têkbirin. Gaziya şer û yek ji rêveberên Federasyona Gaziyan Şîlan Kobanê têkildarî mijarê nêrînên xwe bi me re parve kirin. 

Şîlan Kobanê ya wê demê yek ji fermandarên YPJ’ê bû û xizmên wê jî di komkujiyê de şehîd û birîndar bûn kesên di vê êrîşê de çûne şehadetê bi bîr anîn û got, “Çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan ên rizgarkirina Kobanê hezm nekirin, weke hemleyeke dawî xwestin bi vê êrişa hovane armanca xwe pêk bînin. Lê careke din têk çûn. Wan hovan bi sedan mirovên me qetil kirin. Barbariyeke di dîroka mirovatiyê de nayê dîtin kirin. Ev pêkutî wê ti carî ji bîra hevpar a civaka me de dernekeve.”

Gaziya şer Şîlanê destnîşan kir ku bi bihîstina êrîşê re şêrejin û mêrxasên egîd berê xwe dan meydanên şer, gelê xwe bi canê xwe yê şêrîn parastin û wiha domand, “Jixwe gelek mirovên sivîl jî bi keç, kur û bûkên xwe li rex şervanên YPJ û YPG’ê cih girtin. Gelê Kurd li Rojava û bi taybet jî li bajarê Kobanê piştrast kir ku xwedî hêz e û wê li hember her cure êrîş û komkujiyan xwe biparêze. Wê xwedî li vîn û nasnameya xwe derkeve.”

Yek ji rêvebera gaziyên şer Şîlan Kobanê bi van hevokan axaftina xwe bi dawî kir, “Têkoşîna me berdewam dike. Em bi biryar in gelê xwe li her deverê biparêzin û xwedî li vîna xwe derkevin. Rêber Apo rola pêşengtiyê daye gaziyan. Em ê lê xwedî derkevin. Herî dawiyê jî ez careke din wan êrîşên hovane û tundrew şermezar û rûreş dikim. Ji malbatên şehîdan û gaziyan re silav û hezkirinên xwe dişînim. Em gelekî serhildêr in.  Wê serkeftin her ya me be.”

(fr)