ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 - 4 – 2025
23 nîsan, 2025   02:00

Jinên beşdarî şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bûne, diyar kir ku têkoşîna jinan ne tenê doza jinan e, her wiha têkoşîna mirovahiyê ya li dijî her cure koletiyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên koçber ên li kampa Holê ji ber operasyona ewlehiyê memnûniyeta xwe anî ziman û diyar kir ku operasyonên wiha çalakiyên jinên DAIŞ’î yên xwedî fikrên tundraw kêm dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çand û Şûnwaran bi xebat û çalakiyên xwe yên çandî û hunerî hewl dide herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike cihê dilkêşiyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Cotkarekî ji gundewarê bajarê Çilaxa got tedbîrên ku Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ji bo piştvaniya çandiniya sebzeyên havînê û pembo derxistine, ger werin bicihanîn, gaveke teşwîqker e. BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala 3’yemîn a Biharê ya Xwendekarên Rojava, li navenda zanîngehê dest pê dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê, ji jinên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê re, têkildarî şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî û rola jinan tê de, li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, civînekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan, salvegera 110’an a qirkirina Ermeniyan, li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi bîr tîne, (12:00), her wiha Tevgera Ciwanên Ermenî yên Demokratîk li çerxerêya Keracê ya Hesekê meşekê li dar dixin, (18:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya Operasyona Ewlehiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kampa Holê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, xebatên lêgerîn û paqijkirinê yên dijî şaneyên DAIŞ’ê didomin. BI WÊNE Û DÎMEN