‛Ji bo xwetêrkirinê piştgiriya çandiniya sebzeyên havînê gaveke teşwîqker e’

Cotkarekî ji gundewarê bajarê Çilaxa got tedbîrên ku Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ji bo piştvaniya çandiniya sebzeyên havînê û pembo derxistine, ger werin bicihanîn, gaveke teşwîqker e.

23 nîsan, 2025   07:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji deverên ku xwedî axa berhemdar e û ji bo çandiniya berhemên cudbicur guncaw e, lê bi şertê ku cotkar piştevanî û teşwîqkirineke têrker wergirin ku çandiniya wan bi ser bikeve.

Weke gaveke teşwîqker û ligel rewşa hişkesalî û kêmbûna barîna baranê ku bandoreke mezin li mewsima zivistanê weke genim, ceh û biharatan kir, Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzetedbîrên ji bo piştevaniya cotkaran derxistin. Ew tedbîr jî di çarçoveya plana piştgiriya mewsima havînê ji sebze û pembo de ne.

tedbîr û piştgiriyên komîteyê derxistine ev in; teşwîqkirina çandiniya sebzeyên havînê bi rêya dayîna mazotê ji bo avdanê bi bihayekî guncaw, pêşkêşkirina semad bi bihayekî guncaw, her wiha ji bo çandiniya pembo jî mazot, tovên baş û semad werin pêşkêşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku zêdetirî ji sedî 80 ji çandiniya bejî, ji ber kêmbûna rêjeya baranê telef bûn. Li kêlek wê jî cotkarên berhemên xwe av didin jî zirar dîtin, ji ber ku wan parên xwe yên mazota avdanê bi temamî wernegirtin.

Şivan Mihemed Elawî cotkarekî ji gundê Abîrê yê gundewarê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ye, li gel wê 200 donim erd heye, lê di 52 doniman de sebzeyên curbicur çandiye û li donimên din jî genimê avî çandiniye.

Ji bo her careke avdana genim, Elawî 400 lître mazot ji gerînendeya çandiniyê werdigire, lê ji bo sebzeyan jî tu piştgiriyekê wernagire û neçar dibe ku mazotê ji sûka reş bikire.

Bihayê her lîtreyeke mazotê ku gerînendetî dide cotkaran hezar û 350 lîreya Sûrî ye û li sûka reş her lîtreyek 6 hezar lîreyan derbas dike.

Ji bilî kîrna mazotê, lêçûnên karkeran jî heye, ew jî cotkaran neçar dikin ku berhemên xwe li gorî bihayekî bi van lêçûnan re hevseng be bifiroşin. Cotkaran got ger wan piştgirî wergirt, wê sebze li sûkan pir erzan bibin.

Di vê wextê de, li sûkan kîloya firingiya bi 9 hezaran û xiyar jî bi 12 hezaran e. Cotkaran diyar kir ku ger piştevaniyeke têrker wergirtin dibe ku kîloya firingî dakeve 4-5 hezaran.

Elawî diyar kir ku tedbîrên ku Komîteya Çandiniyê derxistine baş in, lê şert e ew bên bicihanîn û got ji bo cotkaran ev gaveke teşwîqker e.

(mh/fr)