Li Tişrînê Roja Rojnamegeriya Kurdî hat pîrozkirin

Nobedar û rojnamevanên li Bendava Tişrînê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û bal kişand ser girîngiya wê gavê di dîroka Kurdan de û çawaniya xebatê di veguhastina rastiya bûyerên civaka herêmê de ji bo raya giştî.

Li Tişrînê Roja Rojnamegeriya Kurdî hat pîrozkirin
22 nîsan, 2025   23:02
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Rojnamevan û nobedarên ji xelkê kantonên Reqa, Tebqa, Dêrazor û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê li ser Bendava Tişrînê kom bûn û salvegera 127’an a Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir.

Her wiha di çalakiyê de li ser navê nobedar û rojnamevanên êrişên dewleta Tirk a dagirer ên li dijî bendavê dişopînin axaftin ji hêla endama Nivîsgeha Jinan a Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Asya El Elî ve hat kirin. Asya pîrozbahî ji her kesê piştgirî daye nasnameya Kurdî û rola di nivîsandina dîroka gelê Kurd de lîstiye re, pêşkêş kirin.  

Asya got, "Ruxmî paşguhkirina rojnamegeriya Kurdî û hewldanên çewisandinê, lê jêdera îlhama berxwedanê ma. Hewl da dengê heqîqetê bigihîne raya giştî, edalet û rûmetê pêk bîne."

Asya bang li tevahî platforên çapemeniya nivîskî, dîtbarî û bihîsdarî kir ku peyamên aştî, biratî û tevkariyê parve bikin ku nirxên mirovahiya rasteqîn werin xurtkirin û ji cudahiya di navbera pêkhateyan de were bidûrketin.

Asya di dawiyê de got: "Di mîna vê rojê de, biyardariya gihandina peyama çapemeniyê ya ji bo pêkvejiyanê û hevgirtinê hate nûkirin, ku bikare dîwarên çêkirî derbas bike û siberojeke hevbeş were avakirin."

Piştre çalakiyên nobedaran bi pêşkêşkirina strananên piştgiriya QSD û YPJ’ê ji hêla koma Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê ve dewam kirin.

(fr)

ANHA