ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 - 10 – 2024
23 cotmeh, 2024   02:00

Şêniyên Girkê Legê pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kir û wek sûcekî ku nayê efûkirin, wesifand. Şêniyan destnîşan kir ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, dê têkoşînê bidomînin.

Jinên ji bajarê Çilaxa hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re wekî xiyaneta mezin bi nav kir û got: "Şerm e peyva Kurdistan di navê PDK'ê de hebe, ji ber ku PDK bi dijminan re li dijî Kurdan û Kurdistanê û projeya biratiya gelan şer dike."

Cotkarê bi navê Casim El Mihemed got ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Xabûrê girtiye, baxçeyên wan bê av mane û ji neçarî darên xwe dibirin.

Weşanxane, pirtûkxane û kesayetên pêşangeh şopandine pêşniyar kir ku di salên bê de bername werin dewlemendkirin û pirtûkên zêdetir werin pêşandan.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku şer û aloziyên li herêmê dê berfirehtir bibin, lewma divê di serî de li Sûriyeyê, hemû hêzên şer bandorê lê dike, ji bo çareseriyê diyalogê bi pêş bixin. Îlham Ehmed diyar kir ku ew jî wek Rêveberiya Xweser di nava dan û standinan de û li ser mijara “Em ê çawa Rêveberiya Xweser bikin mînaka çareseriyê” nîqaşan dimeşînin.

Çalakvan û siyasetmedarên jin behsa sûcên hovane yên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî kir û li hember wan sûcan banga avakirina eniyeke jinên sûriyeyî kir. Di heman demê de gotin Rêveberiya Xweser ji bo jinan jî çareseriya herî guncaw e.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê fermandar şehîd Bêrîtan li navenda meclisê ya bajêr bi bîr tîne, saet 10:00ʹan, her wiha Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê merasîma bîranîna fermandar Bêrîtan li Navenda Çand û Hunerê li dar dixe, saet 10:00ʹan. Li bajarê Şêran ê kantona Firatê bi heman boneyê çalakiya bibîranînê tê lidarxistin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê torên avê yên bajêr jinûve sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran û Yekitiya Mamosteyan ên kantona Cizîrê li ser hişbir û bandora wê li ser civakê li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan semînerekê dide xwendekar û mamosteyan, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Xelkê kantona Reqa, saziyên sivîl û leşkerî sersaxiyê dide malbata şervanê QSDʹê şehîd Hisên El Hemed, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi hevkariya Komeleya Amal der barê biryara 1325 li navenda meclisê ya li Reqayê panelekê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Tebqa bi sernavê ʹJi Rêber Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasîʹ li goristana şehîdan a Tebqayê panelekê li dar dixe, saet 10:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)