Şaneya ku êrişî saziyeke li Reqayê kiribû hat girtin

Dezgeha Ewlelariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaneyeke veşartî ya çeteyan ku li dijî saziyeke Rêveberiya Xweser li Reqayê êriş pêk anîbû û bûbû sedema şehîdbûna endamekî wê, girt.

Şaneya ku êrişî saziyeke li Reqayê kiribû hat girtin
22 cotmeh, 2024   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Dezgeha Ewlekariya Giştî şaneyeke veşartî ya çeteyan girt.

Hat diyarkirin ku şaneyê di 11'ê Tebaxa 2024'an de li dijî Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Reqayê êrişek pêk anîbû, her wiha di 14ʹê Tîrmeha 2024ʹan de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd xistibû.

Navendê diyar kir ku agahiyên dîtir ê di demeke nêz de werin belavkirin.

(mh)

ANHA