Ji bo Pêşangeha Pirtûkan pêşinyarên dema pêş
Weşanxane û pirtûkxaneyên beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bûn û kesên ku pêşangeh şopandine, pêşinyarkirin di salên pêş de bernameyên dewlemendtir û pirtûkên nû hebin.
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an ku Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi rêxistin dikin, îsal bi dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li Hola Zana ya Qamişloyê ji 15-22`yê Cotmehê vekirî ma.
54 weşanxane, pirtûkxane, navend û saziyên xwecih, kurdistanî, yên Sûriyeyê, Lubnan, Iraq, Belçîka, Brîtanya, Misir, Kiwêt û Îmaratê bi zêdetirî 143 hezar pirtûkan beşdarî pêşangehê bûn.
Beşdar û şopînerên pêşangehê têkildarî pêşangehê ji ANHA’yê re axivîn.
Karmendê Pirtûkxaneya Amara Selîm Yûsif da zanîn ku lidarxistina pêşangehê ji bo wan cihekî dîrokî ye, vê salê serdan û kirîna pirtûkan li gorî salên borî kêmtir bû û wiha got: “Divê salane bi şêwazekî cuda pêşangeh were lidarxistin û ji bo pêşxistina pêşangehê divê pêşinyarên heyî di ber çavan re werin derbaskirin.”
`PIRTÛKÊN ZAROKAN PIR BÛN`
Nivîskarê wêjeya zarokan Alan Ebdullah diyar kir ku îsal pêşangeh baş e, lê ne mîna salên borî geş e û wiha dom kir: “Buhabûn heye, amadekariyên wê kêm hatine kirin, divê amadekarî jê vê zêdetir be. Tişta balkêş jî îsal pirtûkên zarokan pir bûn, lê pirtûkên din kêm in.”
`PÊŞANGEH PENCEREYEK E`
Endama Rêveberiya Weşanxaneya Ava Ahîn Omer jî got: “Kirîna pirtûkan di asteke normal de bû. Ev pêşangeh bûye pencereyek ji bo xwendevanan û bandoreke erênî li dan û standina di navbera xelkê de dike.”
Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef Fehed jî got wan hewl da gelek pirtûkên din bînin lê gelek astengî hene heta ku pirtûk digihêjin herêmê û ev mînak da: “Heta pirtûkek ji Lubnanê yan ji Ewropayê tê herêmê, di gelek astengiyan re derbas dibe.”
Murhef Fehed destnîşan kir ku wan hewl da gelek wêjevanên sûriyeyî beşdarî pêşangehê bikin, lê astengiyên cuda rê li ber beşdarbûna wan girt û got: “Em ê di çalakiyên bê de bi hemû derfetan hewl bidin wan beşdar bikin.”
Murhef Fehed bal kişand ser nirxandinên têkildarî pêşangehê jî û got: “Pêşangeh hewcedarî bernameyeke pêşketîtir e û me ji pêşketinên bê lêkolîn kiriye. Em soz didin şopîner, rewşenbîr û wêjevanan ku di dewreya bê de pêşketinan çêkin.”
(a)
ANHA