ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-8-2025
22 tebax, 2025   02:00

Siyasetmedarên ji Til Temirê diyar kir ku avakirina komîsyoneke di meclisa Tirkiyeyê de bêyî gavavêtin, erênî nabe. Siyasetmedaran destnîşan kir ku pêwîst e di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û metirsiya xwe ya dubarekirina siyasetên berê anîn ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Kurd û Ereb ên ji kantona Efrîn-Şehbayê diyar kir ku ew ê li hemberî hewldanên derxistina fitne û nakokiyan hevgirtî bin û dê rê nedin ku têkiliyên xwişk û biratiyê werin xirabkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Aborî ya Jinan a Dirbêsiyê amadekariyên vekirina kafeteryaya "Hîlala Zêrîn" dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Binasnamekirina çeteyên biyanî yên li Sûriyeyê bûye rojeveke sereke ya civakê. Di heman demê de li ser asta herêmî û navneteweyî jî bi berfirehî ev mijar ketiye rojevê. Bandorên wê yên neyînî li ser civaka Sûriyeyê zêde ne. Gavên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên di vî warî de jî metirsîdar têne nirxandin. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiyên tibî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Tenduristî bingeha pêşketin û rizgariyê ye” konferansek li zanîgneha Rojava ya Qamişloyê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kanala JIN TV ji bo şehîd Gulistan Tara û Hîro Behadîn, şehîd Necmedîn Feysel li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê merasîmek li dar dixe (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN