Karmendên JIN TV şehîd Necmedîn Sînan bi bîr anî

Kanala JIN TV şehîd Necmedîn Sînan ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Karmendên JIN TV şehîd Necmedîn Sînan bi bîr anî
Karmendên JIN TV şehîd Necmedîn Sînan bi bîr anî
Karmendên JIN TV şehîd Necmedîn Sînan bi bîr anî
Karmendên JIN TV şehîd Necmedîn Sînan bi bîr anî
Karmendên JIN TV şehîd Necmedîn Sînan bi bîr anî
Karmendên JIN TV şehîd Necmedîn Sînan bi bîr anî
Karmendên JIN TV şehîd Necmedîn Sînan bi bîr anî
21 tebax, 2025   23:36
AMÛDÊ

Karmendên kanala JIN TV serdana gora şehîd Necmedîn Sînan a li pakrewangeha şehîd Îsmaîl Hogir a bajarê Amûdê kir.

Şehîd Necmedîn di Tebaxa 2023'yan de di dema pêkanîna erkê xwe yê ragihandinê de ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin, hevrêya wî nûçegihana JIN TV Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bûbû.

Karmendan gul danîn ser gora şehîd Necmedîn û mûm li ser gora wî pêxistin.

Bi navê kanalê, rojnamevan Xedîce Mîrza axivî û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

(mh/şx)

ANHA