Lahûr Şêx Cengî hate binçavkirin

Piştî 4 saet pevçûnên di navbera hêzên ewlekarî û hêzên girêdayî serokê Eniya Gel de, serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî hate binçavkirin.

Lahûr Şêx Cengî hate binçavkirin
22 tebax, 2025   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) duh êvarê fermana binçavkirinê ji bo Serokê Eniya Gel (Berey Gel) Lahûr Şêx Cengê derxist. Duh bişev di navbera hêzên YNK’ê yên ku hewl didan bikevin Otêla Lalezarê ku Lahûr Şêx Cengî lê ye û hêzên girêdayî Lahûr Şêx Cengî de pevçûn derket.

Li gorî agahiyan piştî şer û pevçûnên dijwar yên 4 saetan, serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî hate binçavkirin.

Li gorî agahiyan bi Lahûr Şêx Cengî re, birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hatine binçavkirin.

Li gorî hinek agahiyan birayê Lahûr, Polad Şêx Cengî bi birîndarî hatiye binçavkirin.