ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22- 5 – 2025
22 gulan, 2025   02:00

Xelkê li kantona Tebqayê diyar kir ku banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan firseteke dîrokî ye ku divê dewleta Tirk ji dest nede û got, "Paşguhkirina bangê wê krîzan kûrtir bike û rê li ber asoyên çareseriyên aştiyane yên li Rojhhilata Navîn bigire." BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskar Medenî Ferho destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi peyamên xwe dixwaze bêje rihê neteweyî nayê wateya berterefkirina têkiliya civakan, tunekirina gelên cuda û got: “Gelê Kurd bi Tevgera Azadiyê û bi paradîgmeya aştî û civaka demokratîk biratiya her du gelê Tirk û kurd gav avêtine.” BI WÊNE

Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan a Yekemîn di navbera 25-31`ê Gulanê de li Qamişlo tê lidarxistin. Li gorî bernameyê dê 37 fîlm û belgefîlm bên pêşandan. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Embaran û Aşan ragihand ku wan ji bo wergirtina genim 8 navend li herêma Cizîrê amade kirine. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Efrîn û Şehbayê daxwazên xwe yên vegera ewle li warên xwe dubare kirin û got, "Şertê vegera ewle li Efrîn û Şehbayê derxistina çeteyan û rawestandina binpêkirinên berdewam e." BI WÊNE Û DÎMEN