Li Derya Egeyê erdhej
Li Derya Egeyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê AFAD'ê ve hate kirin, li Derya Egeyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya. Erdhej bi dema herêmî saet di 06:19'an de bi 17.7 kîlometreyî li binê erdê qewimî.
Erdhejê bi 166 kîlometreyî dûrî navçeya Datça ya Mûglayê rû da û Îzmîr û bajarên derdorê jî pê hesiyan.
Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber erdhejê bûyereke neyînî neqewimiye.