'Paşguhkirina banga aştiyê wê rê li çareseriyên aştiyane yên li Rojhilata Navîn bigire’

Xelkê li kantona Tebqayê diyar kir ku banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan firseteke dîrokî ye ku divê dewleta Tirk ji dest nede û got, "Paşguhkirina bangê wê krîzan kûrtir bike û rê li ber asoyên çareseriyên aştiyane yên li Rojhhilata Navîn bigire."

'Paşguhkirina banga aştiyê wê rê li çareseriyên aştiyane yên li Rojhilata Navîn bigire’
22 gulan, 2025   02:35
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Ji bo çareserkirina krîzên li Bakurê kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn, Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Lê dewleta Tirk tu gavên pratîkî ji bo serxistina vê bangê neavêtine. Di heman demê de daxwazên gel ên xebitîna ji bo dawîlêanîna pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bilind dibin.

Têkildarî mijarê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Bêrem got banga dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê daye destpêkirin û danezana Kongreya 12'emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ji bo bidawîkirina aloziyê firsetên rastîn in.

Bêrem diyar kir ku gavavêtina ber bi xebatên siyasî, demokratîk û qanûnî ve gaveke girîng bû, ku ji dewleta Tirk tê xwestin bersiveke cidî ji bo îsbatkirina niyeta xwe ya di pêkanîna aştiyê de bide û got: "Eger hikumeta Tirk vê însiyatîfê paşguh bike, dibe ku herêm bi bertekên neyênî yên mîna ku di agirbestên berê de rû dane, rû bi rû bimîne."

Bêrem got pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, amadekirina zemîneke aram û ewle jê re,  beşeke sereke ji pêvajoya aştiyê ye.

Serokê Hevgirtina Al El Beyt a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Tebqayê Ednan Elêwî got: "PKK'ê, piştî kongreya xwe ya 12’emîn, însiyatîfa aştiyê ya rastîn, ji bo belavkirina hezkirinê û vekirian rûpeleke nû bi dewleta Tirk re pêşkêş kir, lê dewleta Tirk tu gavên cidî di vê aliyê de neavêtine, bi taybet der barê doza Rêbertî de."

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ya şaxê kantona Tebqayê Yasir El Kurdî diyar kir ku di vê dawiyê ji bo piştgiriya banga Rêber Abdullah Ocalan meş hatin lidarxistin û got: "Piştî PKK’ê fesihkirina xwe ragihand, li pêş dewleta Tirk firseteke dîrokî heye, lê neavêtina tu gaveke erênî derengxistina siyasî ya aşkera nîşan dide."

Rewşenbîrê ji kantona Tebqayê Mîlad Faris destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan û biryara PKK'ê gavên erênî yên yekalî ne û got: "Gelo Tirkiye dê bikare heman gavan biavêje û êrişên xwe yên leşkerî rawestîne?"

Faris diyar kir ku dîroka dewleta Tirk di aliyê nebersivdana însiyatîfên aştiyane yên berê tije ye, lê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yek ji bendên sereke yên serxistina pêvajoya aştiyê ye û got: "Rêbertî mifteya çareseriya tevahî krîzên herêmê ye, bi taybet krîza siyasî ya li Tirkiyeyê."

Di çarçoveya bersivdana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan de, PKK’ê di navbera 5 û 7'ê vê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û tê de biryara bidawîkirina şerê çekdarî û destpêkirina xebata siyasî da.

(mh/fr)

ANHA