ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-11-2023
22 mijdar 2023   02:00

 Endamên saziyên sivîl ên Dêrazorê got, ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, divê zext li hikumetan û rêxistinên navneteweyî bê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Girê Spî ya dagirkirî sûcên revandin, kuştin, talankirin û guhertina demgorafî bê navber didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê ye, ev roj bingeha xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digire. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Dominikê çalakvanên siyasî bûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komara Rafael Trujillo serî hildabûn û tê dikoşiyan. Di 14’ê Hezîranê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewil da ku Minerva yê tacîz bike, loma Minerva helwesta xwe nîşan da û şeqam li Rafael xist. Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva ku beşa Parêzerî li zanîngehê dixwend, rêxistina bi navê ‘Tevgera 14’ê Hezîranê′ ava kir ku navê xwe ji dîroka şeqama Rafael Trujillo xwariye digire û perperîkê jî weke nîşaneya tevgerê hildibijêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Koçbera bi navê Fatme El Ubêd a ji Humsê hunera destan pêşxist û kiriye jêdera debarê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endamên saziyên sivîl ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî herêmê rê li pêşiya çeteyan veke. Her wiha diyar kirin ku dê li hember wan êrişan li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Desteya Jinan a Herêma Firatê bi boneya 25′ê Mijdarê civînekê li avahiya Meclisa Rêveber a li bajarê Kokbanê li dar dixe, saet di 10.00′an de. Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê sînevîzyonekê jinên têkoşer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne  li navenda  Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloiyê pêşan dide. Komîteya Lêkolînên Jineolojî jî bi boneya 25′ê Mijdarê panelê li hola 8′ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo şehîd Cavrê Gelhat, merasîmê sersaxiyê li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li dar dixe, saet di 10.00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" Mîhrîcana Şehîd Stêrvan li Stada Heysem Kico ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa navçeya Til Temirê têkildarî tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan, şerê li Xezayê û şerê gel ê şoreşgerî civînekê li gundê Ib Tîna li dar dixe, saet di 12.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Berfîn Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê dispêrin axê, saet di 15.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA