Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin

Di çalakiyên 25′ê Mijdarê de cûryên tundiya li ser jinan û rêbazên bidawîkirinê hatin vegotin.

Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin
21 mijdar, 2023   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî" dewam dikin.

HELEB

Li Helebê atolyeyek ji aliyê Dîwana Edaletê û Mala Jinan ve hat lidarxistin. Atolye li hola civînan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, Dîwana Edaletê, parêzer û hiqûqnas hat lidarxistin.

Endama Dîwana Edaletê Rojîn Nasan qala jinan di civaka xwezayî de kir û got: "Jin di civaka xwezayî de bihareke berhemdar jiyan. Civak bi rê ve dibe û banga jiyana hevbeş û wekheviya her du zayendan dikir. Tu pirsgirêk tune bûn, ji ber ku çîn tune bûn."

Rojîn îşarete pê kir ku piraniya pirsgirêkên civakê ji ber aloziya di navbera mêr û jinan de ne û wiha domand: ′′ Bi taybet piştî şikandina jinê di serdema dewleta Sumer de, bi nirxên civakê hate lîstin û hatin guhartin. Pergala dewletê jin kir milkiyeta mêr. Bi wê re jî mêrê xapînok rola jinê bi dawî kir."

Rojîn behsa sedemên diyardeya tundiya li dijî jinan kir û wiha pê de çû: "Tundiya li dijî jinê diyardeyeke globalî ya belav e û li dijî tevahî beşên civakê bi rê û rêbazên cuda pêk tên; çi bi rêya nijadperestiya li dijî her du zayendan, lêdan, tundiya fîzîkî ya yekser û çi jî bi rêya adat û urfên klasîk ên di civakê de. Bi wê re rêjeya tundiya li ser jinan zêde dibe."

Rojîn bal kişand ser  rola jinan di Rêveberiya Xweser de û got: "Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinê tê nasîn. Jinê di qadên siyasî, aborî, civakî û qanûnî de têkoşînek raber kir."

Dûre sînevîzyonek li ser tundiya li dijî jinê û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a rizgarkirina jinê ji vê diyardeyê û Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê hate pêşandan.

Her wiha ji beşdaran pirsên li ser diyardeyên tundiya li dijî jinê, sedem, endam û çareseriyên wan ên civakî û qanûnî hatin kirin.

Tevahî bersiv û nêrînên hatine kirin li ser şêwazên tundiyê û sedemên wê bû.  ew bûn ku şêweyên tundiyê gelek in; fîzîkî, derûnî, zayendî û hwd. Ew yek jî ji encamên beş, pergalên desthilat, kapîtalîstê, urf û adatên klasîk in. Der barê çareseriyan de jî beşdaran got divê civîn li ser dozên jinê ji jinan re werin lidarxistin, perwerde ji tevahî beşên civakê re werin dayîn, dewreyên perwerdê yên pîşeyî û projeyên aborî ji jinan re werin vekirin û piştgiriya ciwanan ji bo rêxistinkirina jinên ciwanan di civak û saziyan de were dayîn.

Li kêlek wê jî berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amine Xidor axivî û wiha got: "Em jin, me xwe bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan zana kiriye û li dijî rejîmên deshilat ên li dijî şoreşa jinê disekinin, tê dikoşin."

Di dawiyê de endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Elaedîn Xalid Kalo axivî û wiha got: "Divê em urf û adatên klasîk ên malbat ên  li dijî jinê pêk tînin ji holê rakin û tu cudahiyê nexin navbera her du zayendan."

REQA

Komîteya Edaleta Civakî ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê semîner li ser pênasekirina tundiya li ser jinan da.  Semîner li avahiya meclisê bi amadebûna endamên komîteyê, nûnerên nivîsgehên lihevanînê yên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn.

Semîner ji aliyê rêvebera Navenda Lihevanînê ya bajarokê Keramê Ruqeye El Tayih ve hat dayîn.

Ruqeye El Tayih got: "Dema em vegerin civaka xwezayî em ê bibînin çawa dayika xwedawend civak bi jîrî bi rê ve dibir û tê de atomesferekî ji wekhevî û jiyana hevbeş peyda kiribû. Lê tevî berxwedana wê ya ji bo parastina civakê lê dîsa jî zilam nasname û xwedawendiya wê ji dest girt û ew qeyd kir."

Ruqeye bal kişand ser sedemên tundiya li ser jinan û wiha domand: "Jin bi xwe yek ji sedemên hin cûreyên tundiyê ne, ji ber ku ew wê tundiyê qebûl dikin û li hemberê bêdeng dimînin, her wiha perwerdehiya şaş û adet û kevneperestiyên paşguhkirina rola jinan, rolekê dilîzin."

Ruqeye El Tayih destnîşan kir ku dema dagirkirina herêmê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tundiya li ser jinan nexasim revandin û tecawizkirina cinsî li dijî jin û zarokan gelekî zêde bû.

Piştre, endamê Komîteya Karûbarên Olî Elî El Salih der barê rola Îslamê di bilindkirina asta jinan de axivî.

Semîner bi sînevîzyonek li ser tundiya li ser jinan bi dawî bû.

HOL

Di heman çarçoveyê de li navçeya Hol a kantona Hesekê semînerek li ser tundiya li ser jinan hat dayîn.

Di serî de rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatme El Hisên ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan banga domandina pêngavên hişyarkirinê kir û got: "Tundiya li ser jinan bi sedema hişmendiya zilamperestî ye. Ev hişmendî dê bi rêya perwerdekirina civakê û parastina mafên jinan bê bidawîkirin."

Civîn bi silogana "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo semînerek li ser tundiya li ser jinan da. Endamên Kongra Star, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Rêvebera Komîteya Perwerdehiyê ya PYD'ê ya navçeyê Zozan Ereb roja 25'ê Mijdarê pênase kir û got: "Jin ji berê de û heta roja îro xebata ji bo guhertina fikr û têgihên nerast ên ku jinan biçûk dixin, didin meşandin. Di her civakekê de ku tê de hişmendiya zilamperestî heye, tundî jî zêde dibe."

Zozan Ereb diyar kir ku tenê Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan tê koşiya û azadiya civakan bi azadiya jinan ve girê da

TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê panelek bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û partiyên siyasî û tevgerên jinan û ciwanan û komîn û meclis li dar xist.

Destpêkê endamên dîwana panelê hatin hilbijartin ku ji rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Semîra Hebeş, cîgira seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Şeza El Hisên  û koordînasyona kombûnê ya Tebqayê Meryem Osman, pêk hat.

Şeza El Hisên cûreyên tundiya li ser jinan wek tundiya bedenî, hestyarî, çandî, derûnî, devkî, tenduristî û aborî anîn ziman.

Beşdaran jî ji bo rêgirtina li ber tundiyê çareserî vegotin. Hate gotin, divê qanûna malbatê were pêkanîn û çalakiyên ji bo nasandina jinan bi mafên wan werin zêdekirin.

Li dawiya panelê de Koma Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan şanoyek li ser jinên bindest di sedsalên borî de û rewşa wan di bin banê projeya neteweya demokratîk de pêşkêş kir.

DÊRAZOR

Bi heman boneyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Edaletê û komîteyên lihevanînê yên Dêrazorê civînek li bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê li dar xist.

Di civînê de rûspiyên herêmê û nûnerên komîteya lihevanînê, saziyên sivîl û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Di civînê de bal li ser sedem û cûreyên tundiya li ser jinan û bandora tundiyê li ser jin û civakê hatin diyarkirin.

(fr-mh)

ANHA